Anasayfa Haberler Avrupa Konsera Köln

Konsera Köln

vanSeyitxan Kurej / Li Almanya bajarê Kölnê ji bo piştgiriya afetzadeyên  WANê konsertek hat lidarxistin.

Ew konsert bi însîyatîfa hunermend Nîzamettîn Arîç ji alîyê hunermendên kurd va hatibû amadekirin.

Konsert bi axaftina vekirin ya hunermend Ganî Nar destpêkir. Ganî behsa amadekirina konsertê kir, spasîya piştgîr û sponsorên konsertê kir û li ser bernameya konsertê agahdarî da. Ganî Nar ji bo axaftina vekirinê  sponsor Yusuf Elo vexwend li ser dîkê. Yusuf Elo axaftina xwe de spasîya malperên kurd kû reklama konsertê weşandibûn, kir û beşdaran daxwaz kir kû piştgirîya afetzadeyên Wanê bikin.

Piştra bi navê hunermendan Nîzamettîn Arîç kû wek Feqîyê Têyran tê naskirin, axaftinek pêk anî. Nîzamettîn Arîç got, „xortanîya min li Wanê derbaz bû. Îro li Wanê felaketek hatîye li ser gelê me, nifusa Wanê ji 800 daketîye 200.

 

Jîyana 300 zarokên kurd taluke da ye.  Em wek hunermend li cem gelê xwe ne, emê gelê xwe tenê nahelin. Dil dixwast rêxistin û dezgehên kurdan bi hunermendên xwe va bi hevra çalakîyên ûsa pêk bînîn, lê mixabin ew mimkun nebû. Lewra me hunermendan bi însîyatîfa xwe ew konsert amade kir.  Heta nika hunermendên kurd nikaribin bi hevra kar bikin, bi hevra konsertan amade bikin. Me dixwast ewî ji bişikînin. Bi minasebeta felaketa Wanê hunermendên kurd hatin ba hev, bi hevra ew konsert amade kirin. Me konserta yekemîn li Berlînê pêk anî ya duwem ew e, pişt ra em heman konsert li Hamburg û Munîhê ji lidar bixin.

Piştî axaftina Nîtamettîn, Zeynel Aba û Evîna Welat bernameyên xwe peşkeş kirin. Piştî navberê hunermendên kurd Nizamettin Ariç, Ganî Nar, Delîl Dilanar, Xêro Abbas, Beser Şahîn, û Zele Mele bi kurmancî û zazakî bi hevra bernameyek pir dewlemend, xweş û germ peşkeş kirin.

Ji ber ku hunermend Brader Musikî,  li Kurdistanê bû, nikaribû beşdarî konsertê bibe.

Konsert di bin serpereştiya Nizamettin Ariç de pêk hat. Konsert bi atmosferek pir germ de, wek civata gundên Kurdîstan rêva çû. 6 hunermend bi hev re derketin ser sehneyê, bi hev re li muzîkê dan, bi hevra stran gotin.

Dema hunermend li ser sehnê bûn, Nizamettin Ariç got, “cara yekemîne em wek hunermend bi hev re tiştekî wiha dikin,. Di dema pêş de, projeyên mezin li pêşiya me hene, emê di rojên pêş de bi orkêstrayên mezin derkevin pêşiya gelê xwe”.

Dawîya konsertê de Nîzamettîn Arîç got, “ eme hemû perê kû ew konsertan de berhev bibe, hevalek ewana bibe Wanê û bide hewcedaran. Piştra emê malperêk de vekirî nave sponsoran û kesên kû pere girtine navên wan binivîsîn”. 

Yorum ekle