Anasayfa Haberler Öykü Pewıstiya renesanse heye

Pewıstiya renesanse heye

altRemezan Kerîm- Li Herêma Kurdistanê şoreşa çekdarî pêk hatiye û bi rûxana rejîma Sedam Hûsên, Başûrê Kurdistanê hate rizgarkirin, lê belê li Herêma Kurdistanê heta niha şoreşeke fîkrî û civakî nehatiye kirin.

Li Herêma Kurdistanê şoreşa çekdarî pêk hatiye û bi rûxana rejîma Sedam Hûsên, Başûrê Kurdistanê hate rizgarkirin, lê belê li Herêma Kurdistanê heta niha şoreşeke fîkrî û civakî nehatiye kirin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi renesansekê heye. Li başûrê Kurdistanê pirsgirêkên gendelî, pirsên malbatî û bandorên olî, bûne sedem ku di nava civakê de hêjî jî bûyerên dilgiran biqewimin.

Di sedsala bîst û yekemîn de bi pêşveçûna teknîk û gilobalîzmê ku cîhan weke gundekê biçûk lê kiriye, lê belê civaka Kurdistanê di warê fîkrî û naveroka xwe de hêj jî paş de maye û ev yek bûye sedem ku nakokiyên cidî werin jiyankirin û mirov ber bi întîharê ve gavan bavêje.

Li ser vê rewşê em ketin nava lêkolîn û lêgerîna çareseriyê ji bo vê pirsê. Digel nivîsandina projeyekê ku sîstema perwerdeyê li Kurdistanê biguhere. Em du caran bi cihê digel perpirseka Navenda Aramê Leyla Ebdula li ser vê meseleyê rûniştin û me ev pirs gotûbêj kir.

Piştî serhildana sala 91’ê a Herêma Kurdistanê Yekîtiya Jinan tê hat avakirin û beşa civakî di nav de hat damezirandin, lê belê ji ber ku nekarî bibe bersiv ji bo hemû pirsgirêkên civakî û ji ber nebûna cihekê taybet ji bo jinên ku rastî şîdetê tên, bi pêwîst hate zanîn ku stargehek ji bo jinên ku şîdet li hemberî wan tê kirin, bê damezirandin. Di vê navê de Navenda Aramê di sala 1999’ê de hate damezirandin û bo cara yekemîn bû stargeha 30 jinên kurd yên ku şîdet li hemberî wan hatibû kirin. Ev stargeh bi ekîbeke taybet ku pêk tê ji bijîşk, parêzer û derûnnasan, hatiye pêkanîn. Ev strageh piştevaniyeke tabet ji mam Celal distîne. Tevî vê yekê saziyeke Birîtanyayê ya bi navê Devdi jî du salan alîkarî da wê navendê.

Li gor axaftinên Leyla Ebdulayê, destpêkê karê wan gelek zehmet bûye û danûstandina navbera wan û civatê pir zehmet bûye. Lê belê di van 11 salên bihûrî de baweriyeke xurt di navbera Sentera Aram û civakê de çû bûye û ev pirsgirêk nemane.

Pirsgirêkên ku ev senter pê ve mijûl dibe pêk tên ji; rênedan bi zewaca bi darê zorê, rênedan bi zewicandina keçan di temenekê biçûk de, xwedîlêderketin keçên ku bi ducanî tên hîştin, pirsên xweşewitandin, xwekuştin û jinên rastî şîdetê tên.

Navenda Aramê heta niha zêdetirî 550 dosyeyên jinan çareser kirine. Di heman demê de wê navendê zêdetirî 30 jin dane zewicandin û çavdêriya rewşa wan jî dike.

Têkiliyên vê navendê digel damûdezgehên hikûmî, hizbî, saziyên civaka sivîl û dezgehên berpirs ji parastina mafê mirov û ewlekariyê, xurtin.

Navenda Armanê ji ber ku bi karekê taybet û esasî yê wek pirsgirêkên jinan ve mijûl dibe û ji ber taybetmendiyên civaka Kurdistanê, kar û xebatên xwe bi riya ragihandinê zêde aşkere nake, da ku zirarê nede karûbarê wan.

Li gor axaftinên Leyla Ebdulayê ku yek e ji berpirsên wê navendê, wan projeyên berfireh hene û ew ê xebat, kar û çalakiyên xwe berfireh û xurttir bikin, da ku bikaribin zêdetir civakê bigirin nav xwe.

Piştî ku min hevdîtina digel Leylayê bi dawî anî, min fêm kir ku wê navendê di warê kar û helwestên xwe de cidiyeteke xurt heye û dixwaze xizmeteke zêde bike. Lê belê ji ber taybetmendiyên rewşa civaka Kurdistanê daxwaz, helwest û îdîa tenê têra nakin. Digel vê yekê cesareteke medenî jî pêwîst e. Cesareta medenî a Mahatma Gandi li Hidustanê ku şoreşeke civakî a bê şer pêş xist. Cesareta medenî a destanî a li Amerîkayê ku Martin Luther King di warê wekheviya reşik û sipiyan de bi riya gotarên xwe yên cemwerî bi ser xist, berxwedaniya Nelson Mandela. Felsefe û hewlên Şêx Ehmed Barzanî di meseleya zewaza azad û wekheviya jin û zilaman. Tevî vê yekê derketina îradeya azad a Leyla Qasim, Leyla Zana û jinên ku li cîhanê weke Zoya Anatolyevna Kosmodemyanskaya, Clara Zetkin û Roza Luksenburg (sembolên 8’ê adarê) û gelek qehremanên din yên weke wan yên ku di dîroka cîhan û mirovatiyê de bûne sembolên azadiyê, vê demê li Kurdistanê jî pêwîstî bi kesayetiyên wiha heye. Da ku bikaribin wek Leonardo da Vinci, Nikola Kopernik, Galileo Galilei û Giordano Bruno rênesansekê li Kurdistanê çê bikin ku bibe mînakeke demokratîk û azad di warê şoreşa civakî û fikrî de ji bo Rojhilata Navîn