Anasayfa Röportaj Şewqi Şemo İssa - Ezidiler

Şewqi Şemo İssa - Ezidiler

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij / Hevpeyvîn li ser Êzidîtîyê bi şêwirdarê serokê Mala Êzîdiyan li Oldenbûrgê lêkolînvanê ola Êzîdîtiyê Şewqî Şemo Îssa va
Seyîdxan Kurij: Koka êzidîyê digihije ku dere, mehna êzidîyê çi ye?

ewqî Şemo Îssa: Êzîdîtî li gorî baweriya Kurdên-Êzîdî berî 4.000 sal hatiye avakirin û bingehên wê hatine danîn. Vê olê bi pîrozkirin û parastina her çar êlêmêntên jiyanê Ax, Ba, Av û Agir xwe pêşkêşî gel kiriye. Piştî hingî Kurdan Roj weke xwedanê Agir ku dihêle jiyan li erdê hebe parastin û Agir weke nîşana Rojê li erdê parastin û malagir ava kirin. Li dawiyê bawerî bi Xwedêyekî tenê anîn, lê pîroziya her çar êlêmêntan heya îro jî di nava vê olê de maye. Roj êdî ne weke Xwedêyekî parastin. Wan Roj weke nîşana Xwedê – Padîşahê Keremê – li ezmên dîtin. Ev bawerî heya îro jî di Qewlên ( Nizayên ) wan de maye û bi hezarên salan nifşekî bi devkî daye yê li dûv xwe. Êzîdî di wê baweriyê de ne, ku navê wan bixwe ji navê Xwedê hatiye, jiberku wan berî her miletî Xwedê naskirin.

Êzîdî dibêjin: “ Hezar û yek nav li Padîşah e, navê herî ezîz û şêrîn her Xweda ye. “ Navek ji navê Xwedê “ Ezda” ye. Mane wê ew e, ku ewê ez dame dinyayê “ Ez “ û “ Da “ . Bi erbî dibêjin “ Xaliqî “... û ew bawer dikin ku navê wan ji vir hatiye. Heya bi gotina Xweda, anjî Xwedê ji du gotinan tê: “Xwe” û “Da”, yanî ewê xwe bi xwe daye, ew yê ku dem ( zeman ) daye....      Ereb Êzîdiyan vedigerînin Xelîfê Ûmewiyan “ Yezîd Ibn Mu`awiya “ û ev dûrî mentiq û raman e. Pirraniya lêkolînvanên Ereban, yên ne nicadperest û nasiyonalist dibêjin, ku ev baweriya hindek nivîskarên Ereban ne dirist e. Êzîdîtî oleke pirr kevnar e û her wiha bi gelekî berî Îslamê ye.

Seyîdxan Kurij: Olên semavî (yek olî) yên Rojhelatanaverast, Zerduştî ( Zerduştê dawî û pirtuka wî ya Zend – Avesta), Xaçperestî û bisilmanî ezidî qebul nekirin, têkilî bi wan va nekirin. Ewana Melek- e Tavus wek şeytan dan nasandin û wek duşmin xuya kirin.
Gava Êzidî dua dikin bibêjin „ Xwedê berê bide 72 milet, piştra bide me“. Ango Êzidî ne çavteng in, ew piştî 72 milet jib o xwe tişt dixwazin.
Êzidîlîk wekû ew olên din îdîa dikin olekê şêytanî ye?  Gava ûsa nine, çima ew ji alîyên aligirên ew dînên din ûsa hatin nirxandin û ji ber wê hatin qetil kirin?
Olên serdest yên Rojhelatanaverast her tim teda kirin Êzidîyan. Ji ber wê Êzidîyan welatê xwe terk kirin û hatin Ewropa. Sebebên din yên koçberbûna Êzidîyan heye? Ew koçberîya çawa dikare were sekinandin û Êzidîya çawa dikarin dîsa wegerin welatê xwe?

Şewqî Şemo Îssa: Êzîdî û ola Êzîdîtiyê ( ola Kurdan berî Îslamê ) pirr aştîxaz in. Tucar şerrê gelên li dora xwe ji ber ola wan nekirine. Ew û Cihûyan, Zerdeştiyan û Xaçperrestan bi hezarên salan mîna biran bûn. Çavsorî, wêrankirina xeyrî milet li ba Kurdên-Êzîdî tune bû. Lewma jî digotin: “ Ya Padîşahê Keremê, Tu li 72 milet û 18.000 yulyaqet dilovan û mehrîban bî û em jî tebyî wan.” . Tucar Kurdên-Êzîdî zor li miletan nekirine, ku ew bibine Êzîdî. Tawisî-Melek li gorî baweriya Êzîdiyan milyaketê Xwedê yê yekemîn e û her wiha cîgerê wî ye, yanî bedaliya Xwedê dike û agehdarê karûbarên mirovên li erdê ye. Tawisî-Melek ne xebera xirab e, weke ku Misilman û olên din dibêjin. Avakirina erdê û peydabûna jiyanê bi destên wî ne. Navê wî ji gotinan hatiye siwarkirin: “ Tawis” û “ Melek”. Gotina yekemîn ji gotina yonanî-latînî Theos yanî Xwedê û gotina duyamîn ya aramî Maloxo yanî zivikê Xwedê “ Milyaket “ tê. Baweiya bi vî Milyaketî, yêku her wiha weke Xwedanê Rojê hatiye parastin, pirr kevnar e. Lêkolînvanên elmanî dibêjinê “ Engel Pfau “. Sembola ola Kurdên-Êzîdî her ew sembola Tawisî-Melek e. Min di pêşgotinê de da xuyakirin bê çima Misilmanan ev tişt bi Kurdan ve vekirin û ew weke xwediyê oleke mêrikperest dane xuyakirin. Êzîdî ne ji niha ve têne talankirin û wêrankirinê. Bi hezarên salan rewşa wan wisa ye. Heya bi Zerdeştiyan, yênku damezrandina ola wan piştî Êzîdîtiyê bi kêmanî 1.500 salî çê buye, bixwe şerrê Kurdan li gel Eceman ( Farisan ) kirine, ligelku belkî Zerdeşt bixwe Kurd bû. Dîrok dibêje, ku wî li gel Farisan êrîş berdane Kurdistanê û wisa gelek Kurd bûne zerdeştî, lê belê ew Kurd di nava Farisan de hatine helandin û koka xwe ya kurdî ji bîr kirine. Êzîdî di vê dema dawî de û bi teybetî di salên 80`yî de reviyan Ewropayê, jiberku ji her hêlê ve zulm û zorî dîtin. Êdî wisa lê hatibû, ku wan nema dikarîbû jineke xwe nexweş û bi pêwistya pizişkiyê be, bibine Batmanê anjî Diyarbekirê. Carine pêwist bû 30 mêr bidine rançengî jinekê  jiboku wê bibine ser textorekî li bajarê mezin. Ez weke wergêrê 4 zimanan carekê bûme wergêrê xortekî ji herêma Bişêriyê. Wê dera fermî yaku zarzimanê wî ji bo mafê penaberiyê digirt, gote min: “ Bi rêz Şewqî Îssa! Em çiqas ji vî xortî dipirsin, gelo çi bi serê te hatiye, lê her û tim bersiva me bi gotina “ Em, anjî me, yanî pirr mirov” dide, gelo ç ima? Min gotiyê: “ Ezbenî, heke Tu destûrê bidî, ezê bersiva te bidim”. Gote min fermû bibêje û ezê guhdarî bikim”. Min gotiye, ku Êzîdî bi tenê tucar niçûna nava Misilmantiyê. Ji wan ditirsiyan, ku bi destên wan, weke gelek caran, bêne kuştin. Heke Êzîdî bihatine kuştin jî dewleta Tirkan ew Misilman cize nedikirin. Baweriya wî mamûrî pirr bi vê rastiyê hat û mafê penaberiyê da wî xortî û pirraniya Êzîdiyan bê pirs û bersiv standin û girtin. Qenciya mirovên mîna Prof. Dr. Wießner û wezîrê berê yê karê navê yê herêma Nordrhein.Westfalenê Schnur tucar ji aliyê Êzîdiyan ji bîr nabe....Heke Êzîdî di pêşerojê de wegerine welatê xwe tukes nikare bibêje. Çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd bi gelempirrî giringtir e ji vê pirsa we, yaku dibêje, gelo dê Êzîdî çawe vegirine welatê xwe.

Seyîdxan Kurij:Em dixwazin mirovên din Êzidîyê nas bikin. Hûn bawer dikin kû Êzidîyê xelet hatîye fem kirin, hatîye heqaret kirinê û ew rewş heta niha ji didome? Hûn dikarin bawerîya xwe bînin ziman? Di Êzidîyê de Juda, Şems, Melek-e Tavus û Melek çi îfade dikin? Bawerîya Êzidîyê têkilîya ewanan çawa dinirxîne?

Şewqî Şemo Îssa: Ez bawer dikim, ku bersiva vê pirsa we li jorî min daye û ne pêwist e ez dûbare bikim. Lê bi kurtî ez dikarim bibêjim, ku Êzîdî bawerî bi hebûna 7 Milyaketan û serekê wan Tawisî-Melek e, tînin. Roj nîşana Xwedê li ezmên e. Êzîdî ji sedemeke mezin tifa xwe ( xûziya xwe ) nafêjne ruyê mirovekî din. Jiberku ew dibêjin, ku Xwedê beşek ji nûra xwe, sirra xwe daye însan. Heke mirov tifî mirovekî den bike, êdî weke wî Xwedê îhanet kiribe.....Tifkirina mirovan ji ber vê sedemê li cem Kurdên-Êzîdî guneh e.

Seyîdxan Kurij: Hûn dikarin sîstema olê Êzidîyê û di Êzidîyê de têkilîyên Pîr, Şêx û Muridîyê ji bo xwendewanên me xuya bikin? Çejn, Rojî û qedexeyên Êzidîyê çi ne?


Şewqî Şemo Îssa: Weke min got, heke em bersiva pirsên we bi şêweyekî berfireh bidim, divê ez pirtûkekê binivîsim. Ji bo naskirina ola Êzîdîtiyê û sed û Heda wan, Şêx û Pîr, Feqîr û Koçek, Rojî û Cejin baştir e hûn pirtûka min yaku Mala Êzîdiyan bi zimanê elmanî di sala 2007`an de weşandiye ji wê Malê bixwazin. Min bi şêweyekî berfireh hemû tiştên vê olê aniye ser zimên. Navê Pirtûkê ev: Das Yezidentum, Religion und Leben; von Chaukeddin Issa. Dengê Êzîdiyan- Verlag. Oldenburg. ISBN 978-3-9810751-4-4, anjî yekser ji wê Malê bixwazin. Lê dîsa ezê bi kurtî bibêjim: Di ola Êzîdîtiyê de Şêx, Pîr û Mirîd hene. Ev hersê çînên civaka Êzîdiyan in. Şêx 3 beş ( terîqet ) in. Ahdanî, Şemsanî û Qatanî. Her terîqetek jî bavikên wan hene. Pîr jî weke Şêxan di dema berê de 40 beş bûn. Lê Şîxadî weke rêber û nûjenê ola Êzîdiyan berî nêzîkî 1000 salî,  Şêx ji 40 beşî xistine 3 beş û pîr jî wisa. Çîna Pîrên Hesinmemanan xiste serokê her 39`ên din. Her 39 çîn dikarin ji hev bezewicin, lê çê nabe ji çîna Hesinmemanan bizewicin. Her wiha hersê tebeqên Şêxan jî. Her tebeqek ji tebeqa xwe dikare bizewice. Mirîd hemû ye tebeqe ye ( pirraniya gel e ). Ew jî nikarin ji Pîran û Şêxan bizewicin…….Cejnên Êzîdiyan pirr in. Lê ezê cend cejnên giring ji wer e bibêjim: Cejna Çarşemba serê nîsanê. Ew îda Twaisî-Melek e. Cejna Êzîd ( Cejna Xwedê ye ), Cimayîya Şîxadî ji bo rûmetiyê bidine rêberê olê Şîxadî. Batizmiya welatê Çêlkan li herêma Mêrdîn, Qamişlo û hindek deverên Şengalê. Ev Cejin bi gelekî berî dema Şîxadî ye. Nêzîkî 1.700 salî kevnar e. Rojiyên Êzîdiyan pirr in. Yên giring ev in: 3 roj ji bo Êzîd in ( ji bo Xwedê ne ), 3 roj ji bo Şêşims in ( sembola Xwedê û Tawisî-Melk ) û 3 roj ji bo Xwedanên Şêx û Pîran, yênku rêberiya Êzîdiyan kirine. Wekî din jî Êzîdiyên di ber ola xwe de pirr şikestî 40 rojî di çele de û 40 rojî di havînê de rojî digrin. Êla Çêlkiyan 3 rojan rojî ji bo Pîr Arî ( Cejna Batizmiyê ) digrin. Jinên Êzîdî rojekê ji bo navpîroza jin Xatûna Fixra, weke parêzera wan ( Schutzpatronin der Frauen ) digrin.

Seyîdxan Kurij: Li gor Êzidîyê xwedê ji bo îdare kirina dinya wazîfe dayê Melek-e Tawus. Hûn dikarin karû barên Melek-e Tawus û Melekên din bînin ziman. Hîyerarşîya Çil mîr Melek çi îfade dike?
Têkilîyên çilan, sêyan, pêncan, heftan uyd, dîsa têkilîyên Rayber, seyîd, talîp(murîd) di Alewîyan de ji hene. Li gor dîtina we di navbera Alewîyê û Êzidîyê de têkilîyekê heye?
Şewqî Şemo Îssa:Baweriya Êzîdiyan li ser navê Tawisî-Melek hatiye ava kirin. Bingeha vê olê Tawisî-Melek e. Navenda teyolojiya wan Tawisî-Melek e. Û jiberku Tawisî-Melek bi gelekî kevintir e ji hebûna Hawa û Adem û Loh û Qelema pêxemberan e ( Mûsa, Îsa ûhw.. ) lewma em dibêjin ku ola Êzîditiyê berî her olên din peyda buye û oleke melayîkî ye. Dibêjin Pêxember jî mirov bûn û carcarne diketine şaşîtiyan. Lê Tawisî-Melek milyaket e û wekîlê Xwedê û bê kêmasî, şaşîtî û gunehkarî ye. Hejmarên ku li cem Êzîdiyan pîroz ev in. 7, ji bo rûmetkirina her heft milyaketan, 3, ji bo rûmetiya sê-rojiyên bi hev re û ji bo qencên Xwedê. Hejmara 40, ji bo rûmetiya Dîwan Şîxadî, yaku ji 40 mirovan hatibû damezrandin û ji bo rûmetê bidine 40 Şêxî û 40 Pîrî. Êdî ev hejmar bû bingeha pirr buyeran. Dayîka ku zarok jêre çê bibe heya 40 rojî çênabe dyîkên din, yên welidîn bibîne. Heya 40 rojî tahlîke heye, ku zaroka nû çêbuyî bimre. Her mirovekî here ser dilovaniya xwe Êzîdî 7-rojiya wî û 40-rojiya wî çêdikin. Hingî xêra wî didin.

Seyîdxan Kurij: Qralên Medan kincên şîn xwe dikirin, tacên qralên Medya û Farisan zer bûn. Tîrejên an ji ronahîya Rojê, ronî îfade dike. Berê ji bo beşekê Kurdan Maran dihat gotin. Li Laleşê de wenê – fîgurê marê reş(Ejderha) heye. Mar di olên kevnar yên Rojhelatanaverast de sembolekê pîroz e. Piştra olan Mar bi şeytan va kirin yek, çima?
Ji bo Êzidîyan mehna rengan û fîgura mar çi yê?
Şewqî Şemo Îssa: Çima Êzîdî cilên şîn li xwe nakin, çîrokeke pirr dûvedirêj e. Lê sedem ew bû, ku cil û bergên leşkerên Îslamê, yên dihatin Kurdistanê daku Êzîdiyan bi zorê bikine misilman bi rengê şîn bûn. Çi mirovekî Kurd bi zorê dikirine Misilman desmaleke şîn û 3 zêr didanê. Lewma ev reng li cem Êzîdiyan ney meqbûl e. Êzîdî ji 2 sedeman sembola marê reş pîroz dibînin. Mar weke sembola avakirina dinyayê ye ( Universum ) û wekî din ew bawer dikin, ku gava gemiya Nebî Nuh qullek têde peyda bû mar, xwe li hev pêça û nehişt av bikeve gemiyê.

Seyîdxan Kurij: Şêx Hadî kî ye? Ji ku hatîye Laleş? Ew kurd e? Şêx Hadî „Mishefê Reş“ bi kurdî nivisîye. Ew nivisandina bawerîya Êzidîyê, ji bo ola Êzidîyê çi fayde anîye? Tesîra bisilmanîyê li ser Êzidîyê heye?
Şewqî Şemo Îssa: Şîxadî rêberî ji bo Êzîdiyan kiriye. Lê ola Êzîdîtiyê bi 3.000 sal berî dema wî hatiye damezrandin. Biraziyê wî Şêxisn Mishefa Reş nivîsiye. Orijînala vê pirtûka pîroz ya bi zaravê kurmancî hatiye nivîsandin, ji hêla misiyonarekî maronî ji Libnanê hate dizîn. Navê wî Anestasie Marie bû. Wî diyarî da qiralê ferensî K. Luise. Qiral jî da destê Fatikan li Romayê. Dibêjin, ku ew pirtûkên li mûzexaneya Berlîn, Wien ( Viyanna ) û Parîsê ( Loufre-Museium ) jibergirtî ne ( kopie ne ). Biraziyê Şîxadî, Şêxisn, dixwest wê şermê ji ser Kurdan hilîne, ku hemû ol pirtûkên wan yên pîroz hene, lê çima ya Kurdên-Êzîdî tune. Ji bo zulma Misilmantiyê ji ser Kurdan sivik bike wî ev pirtûk bi kurdî nivîsand. Lê ola Kurdan li ser Qewlên pîroz ava buye. Çiqas irf û edet, bawerî û teyolojiya wan di van Qewlan de ne. Me pirtukek li ser Qewlên Şêx Fexrê Adiyan di sala derbasbuyî de weşandiye. Hûn dikarin vê pirtûkê ji Mala Oldenbûrgê bixwazin.

Seyîdxan Kurij: Bawerîya Êzidîyê berê Şêx hadî hebû. Rola Şêxhadî di Êzidîye de çi ye? Pexemberê Êzidîyê heye? Gava heye , kî ye?
Şewqî Şemo Îssa: Min di gelek ciyan de ev tişt aniye ser zimên û pêwist e ez dûbare bikim. Lê weke min gotî, Êzîdîtî bi gelekî berî Şîxadî ye û pêxemberê wê tune. Tawisî-Melek bingeha wê ye.

Seyîdxan Kurij: Ji ber jenosîd û qetlîman Êzidîyê xwe girt, bi dinyaya din va têkilîyên xwe birîn, tenê xwe parast. Li hember hemû erişan Kurdîya xwe, çanda xwe, kevneşopîya xwe, bawerîya xwe parastin. Ji ber çi Êzidî berê xwe wek Êzidî, piştra wek Kurd nav dikin. Civatên Êzidî kû ne kurdin hene?
Şewqî Şemo Îssa: Gava ez, anjî mirovekî Êzîdî ji we re bibêje: “ Ez Êzdî me “, mane xwe ew e, ku ew Kurd e. Mirov nikare 2-caran bibêje ez Kurd im. Lê hindek mirovên biyanî û ne Êzîdî bi şaşîtî tê digihijin û bawer dikin, ku Êzîdî xwe ne weke Kurd dibînin, anjî hindek ji xeynî Kurdan Êzîdî ne. Na xêr: Bi tenê Kurd Êzîdî bûn. Ola Êzîdîtiyê felsefa gelê Kurd e, kaniyeke dîrokî xilbe ya gelê Kurd e. Êzîdîtî ji Kurdan re ne bitenê ol e. Êzîdî heya îeo jî tu mirov ji gelên din qebûl nekirine ku bibine Êzîdî. Heya ew Kurdên, ku bûne Misilman nema wan qebûl dikin weke Êzîdî. Di baweriya min de ev ji mafê wan e. Jiberku ne hejmareke hindik ji Kurdên ku bûne misilman, berxwedan di ber ol, ziman û çanda xwe de nekirine. Bi hezarên salan xizmeta Osmaniyan, Ereban û Eceman li dijî birayên xwe yên Êzîdî kirine. Lê bila em hemû sipasiya van Kurdên kevnar bikin, ku heya îro jî dibêjin Kurdên misilman “ Bira, anjî xuşkê, ligelku Kurdên misilman tucar biratiya wan qebûl nekirine û wan weke Xwedênenas hesab kirine. Hingî Êzîdî bi destên Kurdên misilman hatine kuştin û wêrankirinê, ne ecêb e, ku hindek radîkal ji wan bibêjin, ku ew Êzîdî ne û zimanê wan êzîdkî ye. Vegirine dîrokê û seyr  bikin, bê çawa Mîr Mihemedê Rawandûzî ji herêma Soranê bêtir ji 100.000 Êzîdî bi navê Îslamê kuştine... Pirtûkeke nû îsal ez û hevalên xwe bi elmanî dê biweşînin û pirr van buyeran bînin ser zimên. Pirtûk dê di bin navê “ Die vergessenen Helden “ were weşandinê û dîsa ji hêla Mala Êzîdiyan li Oldenbûrgê.

Seyîdxan Kurij:  Êzidîyê li Kurdîstanê, Mezopotamya – Îranê derket. Piştra berê dewletên bisilman yên Ereb, fars û Osmanîyan piştra  Tirkîye, Îran, Surîye û İraq Êzidî ji welatên wan, ji Kurdîstanê avêtin. Berê Êzidî kû ji Kurdîstanê derketin çûn Ermenîstan, Gurcîstan û Rusya. Di wan salên dawîyê de Êzidîyên Tirkîyê koçkirin hatin Ewropa. Hûn dikarin li ser ew trajedîya Êzidîyan xwendewanên me agahdar bikin?
Seyîdxan Kurij: Di sala 2009 an de li ser serîlêdana Êzidîyan, Êzidîyê li Rusya wek ol hat nasandin. Di dewletên din de Êzidîyê hin wek ol nehatîyê nasandin, di wî warî çi pirsgirêk hene?
Şewqî Şemo Îssa: Di şerrê Rûsiya û Osmaniyan de û di fermana Ermeniyan de ( 1914-1916 ) Êzîdî li gel Ermeniyan reviyan Ermenistan û Gurcistanê. Sedem ew bû, ku Êzîdiyan Ermenî ji ber zulma Tirkan û Osmaniyan diparastin û piştgiriya wan dikirin. Heke ne ji Êzîdiyên herêma Şengalê bi serokatiya Hemoyê Şerro û Dawidê Dawid baye, dê Osmaniyan û Misilmanên hevalên wan koka Ermeniyan ji wî welatî biqelandine. Lê Kurdên Êzîdî bi mêranî birayên xwe yên Ermenî parastin û li hemberî Osmaniyan rabûn. Mijara konfiransê sala 2011`an ya Mala Êzîdiyan dê ev be. Hûn dikarin beşdarî wî konfiransî bibin.

Seyîdxan Kurij: Li gor bawerîya min olê Êzidîya olê Kurdan yê herî kevne,berê Zerduştîyê ye. Dema Medan de bawerî  Êzidîyê bu. Hinêk ji bo vê Mecusîyê an ji Nasurayê dibêjin. Di vê derbarê de dîtina we çi ye?
Şewqî Şemo Îssa: Êzîdîtî bi gelekî bêrî Zerdeştiyê ye. Kî çi bibêje bila bibêje. Hindek Kurd ji kêm nûçeyî û agehdariya dîrokî dibêjin, ku Kurd Zerdeştî ne û Êzîdî jî Zerdeştî ne. Ev ne durist û rast e. Min di pirtuka xwe de li ser cudabûna di navbera herdu olan de û di eynî kat de nêzîkbûna herduyan nivîsiye. Ez amede me bi her mirovî re û li her cihî guftegoyê bikim û ji wî re bi belgeyên dîrokî tesbît bikim, ku Êzîdîtî bi gelekî kevintir ji Zerdeştiyê ye.

Seyîdxan Kurij: Di sala 2009 an de li ser serîlêdana Êzidîyan, Êzidîyê li Rusya wek ol hat nasandin. Di dewletên din de Êzidîyê hin wek ol nehatîyê nasandin, di wî warî çi pirsgirêk hene?
Şewqî Şemo Îssa: Ji me re rûmeteke mezin e, ku dewleteke mezin û bi hêz mîna Rûsiyayê Êzîdîtî weke oleke serbixwe bike nav rêbaz û destûra welatê xwe. Rûsan berî jî di wê baweriyê de bûn, ku Êzîdîtî oleke kevnar e û lewma jî dîroknasên wan, mîna Basil Nikitin, pirr pirtûk li ser vê olê weşandine. Xwezî wan dewletên din jî ev gava han ya dîrokî bavêtne. Lê tucar ez bawer nakim, ku Ereb û Tirk vê yekê qebûl bikin. Jiberku her mirovekî baweriya xwe bi “ Allah “ û Mihemed neyê ev kafir e û pêwist e bi darê zorê bibe Misilman. Nexwe na ew heram in, destkuja wan heram e û têkiliya bi wan re heram e.

Seyîdxan Kurij: Li Tirkîyê rêvekirina Alewîyê û bawerîyan tê gengeşî kirin. Êzidîyê di dema Osmanîyan û T.C de hat bin pê kirin. Îro gava behsa rêvekirinan dibe, behsa Êzidîyê nayê kirin, çima?
Halbûkî herî zêdetir hewcetîya Êzidîyan parastinê û azadîyê heye, ne ûsa ye?
Şewqî Şemo Îssa: Osmaniyan çi tiştê girêdayê Kurdan bû binax kirin. Heke behsa Êzîdiyan di pirtûkên xwe de kiribin jî, wan nivîsandiya bê leşkerên wan çawa Êzîdiyên Xwedênenas cize kirine. Weke komkujiya bi destê General Webî Paşa di sedsala 18.`an de. Elewiyan xwe bi navê Îmam Elî gelek caran ji fermanên Osmaniyan û Ereban parastine. Ma me Êzîdiyan bi navê kî xwe ji talankirina wan biparêst e?

Seyîdxan Kurij:  Piştî hilweşandina Sovyeta berê piranîya Êzidîyên welatên Sovyet û bi taybetî ji rewşenbirên Êzidî koçber bûn, hatin Ewropa û welatên din, çima?
Şewqî Şemo Îssa: Ermeniyên nijadperest ( nicadperest ) û nasiyonalist, yênku hêne bawer dikin, ku hemû Kurdan bav û kalên wan kuştine û ji Kurdan hes nedikirin. Digotine Êzîdiyan hûn Êzîdî ne, ne Kurd in û nebêjin em Kurd in. Lê pirraniya rewşenbîrên Êzîdiyan, mîna Eskerê Boyîk, Prof. Celîlê Celîl, Erebê Şemo, Prof. Şakirê Kurdo, Tosinê Reşîd û pirr mirovên din digotin em Kurd in. Lewma jî ew ji ber zulma wan nicadperestan Reviyan Ewropayê.

Seyîdxan Kurij: Wekû tê zanin niha parçeyekê Kurdîstan azad e û li vir ji Êzidî hene. Azdabûna Kurdîstan di rewşa Êzidîyan de çi guherandin pê anî?
Şewqî Şemo Îssa: Di perçê azad ji Kurdistanê de ( Kurdistana Îraqê ) Êzîdî pirr serfiraziyê dibînin. Heke ne ji Îslamiyan û têroristan be, dê Êzîdî ciyekî layîq û hêja di civaka gelê Kurd bigre. Serok û rêberê me di wî herêmî de hewl didine xwe, ku yarmetiya Êzîdiyan bikin. Dibistana ji wan re ava dikin, pirtûkên ola wan didine çapkirinê, yarmetiya avakirina ciyê xirabuyî li Lalişa Nûranî dikin. Îsal di hilbijartina dawî ya Îraqê de Kurdên-Êzîdî 7 niwêner hinartine encûmana ( meclisa ) Bexdayê û ev serbilindiya me hemuyan e. Lê hêne kêm û kurtî hene.

Seyîdxan Kurij: Kîjan dewletên Ewropa Êzidîyê wek ol dinasin û raste rast mafê penaberîyê didin Êzidîyan?
Şewqî Şemo Îssa: Elmaniya di salên 80`yî de Êzîdî bi giştî weke penaber qebûl kirin. Dêrên Katolîk û Protestantan Êzîdiyan weke xwediyê oleke dîrokî dibînin û rûmetê didine wa. Min pirr semînar bi zimanê elmanî li gelek deverên Elmaniyayê dane û guhdar pirr dilşah û xweşhal bûne.

Seyîdxan Kurij: Êzidî li welatê xwe lio ser erdê xwe pir kêm man, piranîya wan li derveyî welat dijin. Ji bo nasandina, parastina Êzidîyê, destxistina maf û azadîyan li welatê û li derveyî welatê divê çi were kirin? Pirsgirêk çawa dikarin werin çareser kirin?
Şewqî Şemo Îssa:  Pirraniya Êzîdiyan ne li derveyî welat e. Pirraniya wan hêne ji di Kurdistana Îraqê de ne. Zêdetir ji 600.000`î li wir dijîn û axa bav û kalan neberdane. Ji bo Êzîdiyên li Ewropayê û li deverên din ez nikarim tu tiştî ji bo pêşeroja wan bibêjim. Encex Xwedê bitenê dizane dê çi bibe….

Seyîdxan Kurij: Daxwazên Êzidîyan ji dezge, rêxistin û partîyên Kurdan çi ne?
Şewqî Şemo Îssa:  Daxwaza me ji pariyên Kurdan ew in, ku ew destên xwe nexine nava kar û xebata Êzîdiyan. Bi zorê û bi awayekî ne mentiq bibêjin Êzîdiyan, ku ew Zerdeştî ne, anjî Emewî ne, anjî bixeydin û dilê xwe bigrin, kava yekî Êzîdî ji wan re bibêje, ku ew Êzîdî ye. Bandoran partiyan divê ji ser wan were hilandin û neku her xebata Êzîdiyan weke daxwaza wan rêxistanan be. Lê Êzîdî dikarin weke Kurd di her partiyan xebatê bikin û erkên xwe yên netewî bi cî bînin. Partiyên Kurdistana Suyriyê hêne ji dema Apo Osman Sebrî ve ( salên 50`î û 60`î ve ) rûmeteke teybet didine Êzîdiyên xwe, Bavê min Mamoste Şemoyê Êzîdî yek ji wan mirovan bû yên ku partiya yekemîn di Kurdistana Suriyê de damezrandin.

Li dawiyê ez hêvîdar im, ku min bersiva pirsên we dabe û ez di wê baweriyê de me, ku hûn dê piştgiriya birayên xwe yên Êzîdî bikin.

  

Yorum ekle


Güvenlik kodu
Yenile