Anasayfa Yazarlar Elif Orhan Kula Dile Dayiken..!

Kula Dile Dayiken..!

altElif ORHAN

"Bala min kishand  di raporên xwe da qet behsa zaroka xwe nedikir.Ê  ku     me her hefte ji akademîye ra u mehê carek ji rêberê piroz re rechdikir.Me ji dersan chi fêmkir, chiqas pêshketin me bidestxist, di hatina xwe de tesîra dujmin-kemalîzme chiqas ji ser xwe avêt, kîjan heval chi kemasîyên wî hebu ,me wan dinivisand.Bi granî altaxîtîya*   hevalbendê xwe kirin bu! Haddê  rebena me bu ku bêrîkirina bebeka xwe binivîsîne!"

Kula Dile Dayikan Ciwan

Digirîya!

Waxta digirîya min wî dîtibu.
Ponicîm* !
Gelo ji bo chi digirîya ? ji bo zaroka xwe ya pecheka chend mehan! an ji bona ku dengnederketina ji dergisya wi ?
Herdu jî eshek erjeng*  didan wî.Hîna jî dema dikeve bîra min nava min digre,nefesa min dichike.
Pir lê giran dihat, min didît ku dilê wi dikelîya, ka wek em divêjin „kela dile wi diqijqiji* “ ewiya hema wi dikir.
Girin Qedexe bu, dilketin qedexe , le berîkirin ji binîva qedexe u suchbu.Navê wî yekcaran   „ Be rê, Bêesli, Bexatira Keti .“ Yekcaran ji dibu „ Defikoka  ji destê  dijmin Shandî* „ bikurtî gotina dilketinê êrjeng  bibang dibu, dengvedan  ji  bubu „ nevê-nevê tu tu be, ji dilketinê dur bisekine“ . Her kesi ji ev gohdarî dikir. Le bele yekcaran ji negohdaren be arên hezkirinê  derdiketin.

Piranîya wan, hema nezikê tevan , ev rewshê an wek robotîye ferq nedikirîn, an jî  bin chav dikirin.Ango jî di dilda liberdiketin. Hinekan jê ra „kesayetîyek bêtaqet hên kesayetîya partîyê negirtîye, divê ferisandinan*   pir bixwîne u  fêmbike, ka wek rêberî dibêje „ferisandinen wi ji bo me wek nan u ave“  yane ev girînoka*  ku li ber zaroka pêcheka chend mehana ku li pey  xwe hîshtibu dikeve ,hîna  negîhîshtîye kesayetîya bi hêz a partîye!

Dibe ku rast bin! Lewra cîh cîhek  robotîye  bu. Kî zêdetir xwe ji ruhe xwe bishushta ,  ew  ê herî tegîhîshtyîe , rechgirtîye*  u  partîyîbuyîye Reberîye bu. Ji bo we j îher kesî caeda*  xwe ji ruhayetîye filitandine bike , ku bikaribe di femkirina Reberîyede u di sher de performansek bash nîshan bide. Wek din tu rumetek merivan tunebu.

Ewe u merê wî pîr  jihevheskiribuyine u pishte derketina ji zindane bi zora malbaten wan zewuîcne. Mere wi partîyî bu, ango di resmiyetê de tuneba ji hukmên*  ku we bi sinor dikirin hebun, ku bi zevt*  dor lêgirtibun. Dibe ku wi ji xwestibe, ka kî bizanibe!

Hema hîna du meh li ser zewaca wan derbas nebubu berê xwe dabun Rojhilata Navîn.Pîshtê ku ji hindir derketibu dijmin dev jê bernedida, parti ji bangê lêkiribu , îjar ew chi bu nizanim zewac u sekana li wir! Divet xwe nujen bikira.Di nava Partîyê de kesayetî xwe di ber chaven xwe da derbasbikira, bi rechgirtina ji reberiyê bêqidumbuyina*  kesayetiya/shexsiyeta   xwe  nujenkiri u bihez biba…bi kesayetiyek fetilandi u bi hezbuyî bichuya sher.
Dile du merivan ji  ji bo Xwewna Kurdistanek Azad davet.. Ji zaroktîya xwe da  taybetî femkirîye binxet-serxet buyina bi stritellane*  Kurdistan e bu. Bi rechek di nava politikaye de xwe girtibu.

Ewi jî ji ber kech/qîz buyina wî, wek gellek deveren Kurdistane dine, neshandibun dibistane.Le mere wî dawîstendîye lîse , derketyîe zindane , xwendinzan u lekolînzanek  bu.

Ma bîhîstibu   Chîyageren bi chek u rextên ku Welat azad dikin li wiyalîyê sînor bi pekhatên navend-kampên partîyê ji bo xwewna Kurdistana azad hene. Ji xwe xerîbê tekosheran nebu, her dem chuyîn-hatina wan a  nava gund u mala wan hebun.
Shevek herdu jî bi mîllîse hatî ra li ser strîtel u hela mayîn/tepink raxistîyan derbasi wîyalî bun. Li wir fetilî u bala xwe da chîyayen dorgirtîyen , ku zaroktiya wi  te da derbasbuyîye, pir nedure, ne ji du seatan durtire gunde xwe niheri/meze kir. Zore da ser neshilbuyina chaven xwe u nehîsht hesir bibarîn.Hezkirîye wî bi heyecan millîse ku pera li ser cîhe ku nu hatibune sohbet dikirin.Chiqa zorda xwe jî nikaribu konsantre biba , ji bo ku behsa hemla zike xwe, ya hina nebubu du mehi ji , nekiribu. Bere bash bawer nekiribu. Pishte ku bash femkiribu ji negot edi.Dibu ku ji ber xwe bigirta. E wisa ye bere xwe dabun aliki nediyar.sher hebu, waren xerib.Ewe kampen perwerdeyîye ji bo zarokan giran bin.Le di demen peshîya xweda di ku gellek zaroken penc Salî berbijortiren be dayik u bav li van kampan diman  u pishte donzdeh saliya wan ji  bo sher biredikirin.

Pishte derbasbuyîna ji ser sinor , ku edi xwe di ewlehîye de didîtin u dema chav bi chave mere xwe ket, be chaven xwe ji chave wi birevine got.. Dit ku chav li mere wi biriqîn  u  bi jan pel lediketin.Dema digot hesir bi ser surete wi da dichun.Diyar bu, bav berîya kure xwe kiribu. Nediyarî, tenebuyin u xem dore li ruye wi girtibu.Dur u direj min li girîna wi niheri .

Dema ew digirîya min yek caran chav davet devdorê xwe. Xizir xwedî bike yek me ewha bivîne ewê sedemê girina wî  lêbipirse. Ka minê chi bigota ,tu car rastiyê minê nekariba bigota. Suchbu. Ev chi girîna li pey yekê ku diche sherê, an  berîkirina  pasheroje u girîna ji bo ve! Ijar bi yeki ra parvekirin ji xwe ji binîde tawanê   vedihewand. Xwe dayîna ser sher hetani  zanist-ronahi u meju vekirina  reberîye rech vebuyîn u mesha li ser xeta ronîkirî ya wî hebin ev chi sazîyên pashveruyîyên diltenikîye ne  ku bi xwe ra dide mijul kirinin ku tawanê/suchê heri girane…hetta wî tawanê shengisten*   ku ji  bo moral xerakirina hatine u girtin pashe bi reheti tawanbarkirina bi ajanîtî jî we li peyba. Bi tonan mînaken wî hebun. Kula Dilê Dayîken Ciwan  we biba such.Ajanîtî!
Bi gori gotinen wî, wî dibin hizura rebere berz**Rotina dine herdu tene Deshta Bekaa ye.Perwerdebuyîn u pishte edî hemla  zikke wî dixwîya di rapora xwe da dinivisîne.Min li ser chave wî niheri, awiren xwe  ji min direvand.Ango qase min femkir edî pishte ku bawer buye ku zaroke ji ber nagirin nivisandiye.Min nikaribu je pirs jî bikira.Jan bi dile min ket. Nizanim … hezkirine, berîkirine an j îzaruk anîna dine li dayikek qedexekirine?

Ewha rapor pirs-bersiv u dawida rebere pîroz  te însafe. Edî wek ku rechek din jî nemabu pishte nezike shesh mehîya hemle wî dishînin bajerek Libnene e nezîke wan.  Mere wî jî pishte perwerdeya char mehan dishînin welat.Yanî li wir tu tesîra hemla li ber dev tunebu. tishten ku  waha qewimibun wek ve minake , di peshi u pashde ,  gellek bun

Li  cîhe nezike Deshta Bekaaye a Libnan e zaroka xwe tîne dinyaye.Ji bona peshî li himber- sekana wan bigre reshnave** mere xwe e li welat ledike.He gava li zaroka xwe temashe dike dilfe  derketiye Zindane ye, ku ji bone mal u gunde xwe hishtibu u hatibu ceme, pedixe.Dibe sedeme jiyana wi. Xwe daveje her kari. Tene ji bona hema pichek behtir li cem bebeka xwe derbasbike.Taybetî wi dimijîne.chi qas e li ceme lihimber raben jî hinek xwe dave ber hissiyata wan u dike ,yek caran jî bi dizî dike.

Pishte shesh mehen xwe tiji dike wî didin akademîye zaroka pecheke ji didin malbatek Welatperwer. Be ku bikaribe himber derkeve an tishtek beje.Ji xwe kes jî je napirse.Her tisht bi sher va hatyîe giredan. Him hetanî ku ewe ji bo wan difikire, ku wek bi nenuke xwe bire** bikole, ji bo kede bide ser hev goshte cane xwe xistiye ber dirane xwe u dibilbite** ,  hetani ewe ku heri bash her tishtzane rebere pîroz  waha ferman daye ka kîye fikre wî bipirse! Be îtiraz,be bala kesî bikshîne bebeka xwe mach dike u te Bekaa ye.

Analfabetik bu ,di navbera me da  gotubejek xwesh hebu,raporen wi min dinivisand. Waxtek min xwest wi hine xwendin u nivise ji bikim, min niheri him wext tuneye him ji hukme chavtengiyen li ser me e „ Ka xera xwendin u nivise we di wexta ku sher li welat hebe ewe chibe.Me divêt xwe amedeyîye sher bikin, tishtên beredayî waxt bi me dide wendakirin „ ku chêbu me herduyan ji hêdîka dev jê berda.Lê raporê wî her waxt min dinivisand.

. Bala min kishand ku di raporen xwe da qet behsa bebeka xwe nedikir.E ku me her hefte ji akademîyera u mehê carek ji rêberê piroz re rechdikir.Me ji dersan chi fêmkir, chiqas pêshketin me bidestxist, di hatina xwe de tesira dujmin-kemalizme chiqas ji ser xwe avet,kijan heval chi kemasiyên wi hebu ,me wan dinivisand. Bi granî me ajanîtîya hevalbendê xwe dikir! Haddê rebena me bu ku bêrîkirina bebeka xwe binivîsine! Waxta binivisanda we biba   xerakirina qiyamete u hatina kirdariyan* .her kes dersa xwe ezber kiribu, wekî din tu rê u durbek tunebu.

Yek caran di raporên xwe da  dixwest behsa bashiya min bike ,an  ez liberradibum ku neyê nivisandin , an ji minê jê ra „ erê ,ezê binivîsînim“ serê xwe bihecanda , lê tu car min nedinivîsand.Lewra min zanibu wê suchdarkirina “bi hevparkirina qanikên benîshtan sere wi bi xwe va gire da “*  li pey behata.Lewra such  suchbu riayet dive heba.Pishtên salan tishtêk wêk viya li cholê hatibu serê min, hevalek jin a ku du rojan di cîhê nava pevchuna sher da mabu  ku dema hat xwe avêtibu stuyê min u hembez kiribu, me rexnên giran girtibu,bêhtir min girtibu.Ez ê kevn u ew heval ji nuh. Samîmîyetek*  zêde rast nebu,mînakek xerab bu ,divêt neba!
Ez carek  li Pêsir valakirina wî  rast hatibum , dilê min jan da.Qirika min xitimî ( Xwedê xerab bike hîna jî min xwe ji diltenikbuyîna xwe xelas nekir…hina li cîhe xwe me) Wexta ku femkir ku min dit  fershbuyiyetek  , fena nivsuchdarek bona hesren chave xwe veshere bi zore kennîya. Ewha becharbuye an wîye bi ser poten wi da bihatana u shermbuye. Pashe niheri  ku dile min shewiti , ji xwe  ez  nivîserê  raporen wî yên taybet bu jî. Min nas dikir u bawer dikir ji…. u digot;
„Wexta zarok birchî dibu shîrê wî ewha dikelîya“  ango dema demderbaskirina wi a bi zaroka xwe da ev hatibu seri, an ji weha zanibu.

Tishtek weha ya ku li gund hat ber chavê min, cinara me ya nêzik ku bebeka wi hîna nebubu du mehi mirîbu.Ji bona ku zarok kechik bu li ber chavê xelkê zêde qîymeta wi tunebu. Ji xwe char kechikên wi hebun u kurek dixwestin. Bi chavên; „ Kechik mir u Xwedêkirî mir“ dinherîn.Pishtê du rojên mirina kechikê jî chubun chinîna zevîyê jî. Xesuya wî ya li cem
jî-xwe  ruhtune , despot u bêhîsek bu.

Ji wî pir ditirsîya we ku em ji reberê pîroz ditirsîyan. Wek ew jinika gundî min qedera wan nezikê hev dit. Le rewsha me  tirsnaktir bibuya!

Ew buka gundî ya ku pesîrê xwe vala dikir ,hesrên wî jî yen dibarin hebun.Yekcaran  ji birchîbuyine yekcaran jî hesren bi xwe dihatin bi  xavika*  xwe paxish dikir , shîrê xwe dirijand binê koka darek u dichu ser zevîye. Ez carek bubum shahîd waxte pesîrê xwe vala dikir ji bo xwe avarê kiribu min azurandina*  wî ji aliyê xesuya wî bîhîstibu. serî azurandin ,dibe ku heqaret u nizanim we lêxistin ji xwe li pey bihata.Wê bi xwe nekira jî bi kure xwe wê bida kirin.Nediket mêjuye wi ku zaroka we nuh wenda kiriye…Naaa nabe ku zaroken kechik zêde  bibin, bi chaven misafirîyê lêdinhêrîn.Ji ber ku min ji zaroktiya xwe da ji ve histe nefret dikir, di tu shert u mercekda  nefikirim ku wek kurek werim dunyaye…Min tu car ji ber buyîna min a kechik qet isyan/dijrabun a min chênebu.Bi ve bingehê min doza xwe dimeshand!

Rojek, wexta ku me li ber soba redaksiyonê dahurine*  rêberê pîroz dixwend, ket hundir.Bedeng u melul bu.Pishtê ku hevale hundir derket u em tene man got „heval“ .Min li ser chave wî nihêrî hesir di chave wi da tijî bubu…tirsîyam, min bi deste wi girt u tishta yekema ku hat bira min ,pirskirina bebeka wi bu.
Ji ber girînê qirika wî tijî bubu, nekaribu mijul biba. Bi serheca xwe da xwîyakirin ku kêshe ne bebeka wî ye.tishtek din neket bîra min.
Pashe;
_ „Rêveberî got,gruba ku doh shehîd ket ,di nav wan de buye“ li min dinhêrî* .Hesir wek baranê bi ser suretê wî de dibarîn.
Got : - “Hevalê! dikarim serê xwe daynim ser millê te, dixwazim bigrîm.” Min nizanibu chi bikira.Min nihêrî ezê jî pera bigrîm.Bi diltirsekî peshî ez chum ,derê redaksîyonê vekir chavek avêt derva u min derî girt.Hatim cemê ,deste wi girt pashê sere xwe da ser millê min u girîya.E min jî hêsirê min amade bun ji xwe.Ez jî girîyam.Pashê min xwe tov kir ;

Min got; „ Heval nevê girîna te bivînin.Ji bo miruze hevalan xera nebin ,we hers bibin.”Teve hêsrên di chevan de li min nihêrî, sere xwe xist nava destên xwe u bi hilke-hilk girîya.Hema min ava di misine da  hanî da ku ser chave xwe bishu.Me nikaribu shopa hêsîrên ser chavê wî wenda bikin.Tishtek me bigota tunebu.
Pishtê hinek hat ser xwe bi dilshikestî u ferasetê chavên bi hêsir paxish kir u niheri.
Got; _“Dizanim heval, min nikaribu xwe li cem te bigirta,bawer kî li bal kesi nagirîm, lê ma  min dîtibu him ku tu jî giriya bu“
Ji nishkava ket bîra min…Dema dilê min dikelîya, be ku kesek bivîne an wexta tenê ser nobete bimama , an ji wexta radizam ,hêsir ji chaven min ji ber xwe dirijîyan…

Ango em hevgunehkarê hev bun…

Pishtî demekê  ji bo girêdayîna nexsheyîya welat,min berê xwe da rêya welat .Pishte min wî jî bi grubek nexsheyîyek din ve shandibun eyaletek din.

Bebeka wi gir buye…buye zarok, dibe bube êzep*  ji.

Kula Dilê Dayîken Ciwan
Pishtê wî…
Nizanim…
Naxwazim para bifetilim u binhêrim e hatin serê me insani nebun.
Tu mantiqek qedexekirina berîkirinê…hez kirinê… qebul nake.
 Bi hêvîya ku hun bê  hez kirin , be bêrîkirin nemînin.
Elîf ORHAN
Bu e-Posta adresi istek dışı postalardan korunmaktadır, görüntülüyebilmek için JavaScript etkinleştirilmelidir

*korkunc  ** Cözümleme * Rech girtin= bilince cikarmak  * Caed/Hewildan=caba  * hukm\en=hüküm\ler
******   bi zevt=kiskivrak * Beqidumi=gücsüzlük ,yipranma  * dirritelen/stritelen= dikenli teller
Vedihewand=icermek  * rebere berz=uluönder  * Reshnav= kodisim  

Yorum ekle


Güvenlik kodu
Yenile