Anasayfa Yazarlar Seyidxan Kurij Hevpeyvîn bi Eskerê BOYÎK ra dor bawariya êzdîtîyê

Hevpeyvîn bi Eskerê BOYÎK ra dor bawariya êzdîtîyê

altSeyîdxan Kurij / Eskerê Boyîk:  Berî bersîva pirsên we bidim, gotina min ewe, ku ez ne a’limê bawarya êzdîtîyê me, ne oldar im, ne jî tîolog, ez nivîskarekî Kurd im, zanebûnên min jî di wê çarçovê da ne. Bersîvên, ku ezê bidim, fikirên min yên şexsî ne, kîjan ez bi lêkolîn, kar-bar û jîyana xwe ya salan, wak evdekî ji wê malbetê gihîştim ê. Usane, eger bersîva da fikirên kêm-zêde, an ji hidûdên dogmên olê der hebin bira zanyar, oldar û tîolog min biborînin.

 

Seyîdxan Kurij: Koka êzdîtiyê digihîje ku derê, mehna êzdîtiyê çi ye?

Eskerê Boyîk:  Bêşik êzdiyatî bawarîk e kevnar e. Bi texmîna min êzdîtî dî gelek pêvajoyê dîrokî ra derbas bûye, di meşa dewranên dûr û dirêj da, bi guhertinên şaristanya ra wê jî xwe nû kiriye, carna nav û hinek pirînsîpên xwe jî guhestiye, heta gihîştiye me. Lêkolînên ol û şaristanyên kevnar didin kifşê, ku gelek tiştên tomerî û hevbeş e nêzîk û weke hev di navbera wan û êzdîtiyê da hene.
Rind zelal tê xanê, ku ev bawarîya ji Zerdeştiyê û olên ji pey ra hatî kevintir e, ji bo bîr û bawariyên wan olan da rind dîhar e, ku wan teva jî bo bingeha xwe gelek tişt çawa ji bawariyê kevnar e din usa jî ji êzdîtiyê hildan e, pêra jî dijîtiya çawa wan olên kevnar usa jî ya ezdayê kirin e. Ev bawarî Kurdistanê da li ser rêya xwe kelemê herî xurt dîti ne.

Di êzdîtiyê da bawarya herî bingehîn û bilind Xweda ye. Êzdîtî xwedênasîye. Ew xwedênasya xezayî ye.

Êzdîtî berê axa Mêzopotaniyayê ye, li ser wê axê çê bûye, ruhê wê li wê axê da ne, ziman kurmancî ye. Êzdîtîyê wê demê tunebe, bimire eger ji wê axê biqete, zimanê ruhê heyîtiya xwe undake. Îro bi rastî jî ew qezya li ber çava ne…

Rastiya êzdîtiyê, mena heyîtiya wê ya bi hezaran salan di nava ruhê wêyî xezayî û zimanê wêyî miletiyê da ne.

Em dîroka olan mêzekin, 300 salî Zerdeştî ola dewleta Sasanya ya resmî bûye. Usane 300 salî  dewletek e bi hêz, zanyar-alimên xwe va xizmeta vê bawaryê da bûne. Lê wê ber meşa herd olên nû teyax nekir.

Eva bêtirî 2000 sal e cihana xaçparêz bi sedan dewlet, bi mîlyona dêr, dîndar, bawarmend, zanyar, nivîskar, dîrokzan, dewlemend, îdarên xweye cude-cuda va xizmeta wê bawariyê kirine û îro jî bi xurtî dikin. Usa jî 1600 sal e Musulmaniyê cihan daye ber xwe û bi temamya hêza dewlet, mizgevt, dîndar, a’lim, zanyar û bawarmendên xwe dimeşe.

Xizmeta êzdîtiyê ne ku tenê nehatye kirin lê tim bin giraniya êrîş, tunekirin û zordestya van bawarya da bûye. Qir û bir, ferman li bawarmendên vê olê heta niha jî kêm nebûn e, zîyaret û cîyê wane pîroz tim hatine şêlandin, şewitandin, bêrûmetkirin, şîmvolên wê talan kirin e, heta goristanên dindaran jî hatine vekirin, hestûyê mirya şewitandin e, nehîştîne ku bawarmendên vê olê eşkere bangî Xwedê xwe jî bikin, duea xwe jî pêk bînin, rê û rizm, eyd-erefatên xwe serbest derbas bikin.

Dêr û mizgeft di nav zêr, zîv, dur û cewahiran da hatine pêçan, hunermendên cihanêye here mezin bi reng û rewş, mûzîka xwe ew xemilandin e, evdên hurr, yên xweyê cihanê, xwendî-zane, kubar di wan da duea kurine û dikin…

Lalişeke kevnar e, feqîr e nûranî di nav wan da, kerr, dilê xwe berbi mala Xwede vekirye, duea dike…

Û tiştekî ecêv e dengê dueaya wê di nav wan dengên hurr da hê jî ferih tê bihîstin û hê jî dijîtiya wê tê kirin.

Gerekê bê fikirandin, ku rastya êzdîtîyê çiqas bi hêz û xezayî yê, due’aya wê çiqas bi dil û rast e, ku mercên dîrokê, yê wa xezeb da, wek olên kevnare din êzdîyatî bin giranya olên nû da nepelçiqî, unda nebû xwe parast, gihîşte îro.

Dîroka êzdîtiyê bin kelefê şaristanyên Mêzopotamiyayê û zordarya dewlet û bawaryên deshilatdar da maye. Eger niha jî, bi çavê zanyarya êzdînasîyê, dîroka Mêzopotamyayê  bê nihêrandin, gelek tişt û pirînsîpên dîroka Rojhilata Navîn wê berbi êzdîtîyê bêne guhertin.

Mînakeke sadeye biçûk:

Wextê da mîrgeha Xalta li nav Kurdistanê da mîrgeheke Êzdiyan ya mezin û bi hêz bûye. Xaltî fêdêrasyoneke eşîrên Kurdên êzdî ne: Heta niha jî eşîrên Qizilî, Niqîbî, Xendeqî, Berekî, Anqosî û hinekên din xwe Xaltî nav dikin.    

Dema ez zarok bûm, rîspiyê gundê me di odan da diciviyan, çîrok digotin, li ser gelek babetan diaxivîn, digotin qebîla me, ya Bela jî Xaltî ne. Navê çend qebîlên din jî didan, ku li nav êzdîyên Ermenistanê da  hebûn (navê wan bîra min da nemane). Niha Xaltî, usan jî li der-dorê Wêranşeherê, Şengalê û Şêxan jî hene.

Ezdiyên Xaltî dibêjin ku  peyva xaltî navê eşîrê, yan qebîlê nîne, Xaltî navê war e, cîye… Eger navê war e, usane navê herema wan, welatê wan koka wan Xalta bûye.

Eyane, ku dor 1300 sal ji berî zayînê, li der dorê golên Wanê, Ûrmiyayê û çiyayê Araratê hukumdarîke mezin bi navê Xaldî (Ûrartû) hebûye û heta  dewya sedsala  şeşan (berî zayînê) dom kiriye. Gelo Êzdiyên Xalta paşmayê wê şaristaniyê nînin? Derheqa vê şaristanyê da bi hezaran lêkolîn hatine kirin, pirtûk hatine nivîsar. Gelên ku vê navçê dijîn gişk xwe peymahê vê şaristanyê dibînin, lê kes berê xwe nade êzdîyatyê, derheqa Êzdîyan tiştkî nabêje.  Dewleta Merwanya hebûye, li nav eşîrên Êzdiyan da Merwanî eşîreke mezine. Mînakên wa pirin. Ez bawarim, eger êzdîyatî bi dewletî bibe warê lêkolînên zanestî gelek pirsgirêkên dîroka gelê Kurd wê safîbin. Malê gelê meyî dîrokî yî talankirî wê vegerin bal xweyên esil.

Kurdên êzdî niha demeke pirr dijwar dijîn. Di nav rev û bezê dan e. Ji welarê xwe, axa kal-bavê xwe, ji zordestiya miletê xwe direvin. Ji xerîbya xweye dewranan direvin xerîbîke din. Ax di bin lingê wan da dişewite. Ziman, erf-edetên xwe bîra dikin… Niha hinek gelên cînar wê hebûna dibin xweyî…

Wedeye, gelê Kurd jî berçevkên sexte ji ber çavê xwe hilde, ne bi olperestiyê lê bi zanyarya rastî wê hebûna xwe bibine xweyî.

altSeyîdxan Kurij: Em dixwezin mirovên din êzdîtiyê nas bikin. Hûn bawar dikin, ku êzdîtî xelet hatîye femkirin, hatîye heqeret kirinê û ew rewş heta niha jî didomîne? Hûn dikarin bawariya xwe bînin ziman?

Eskerê Boyîk:  Min bersîva pirsa ewlin da cawa hinek fikirên vê pirsê da. Ezdîyatî bi felsefa zanyarya xwe, xwedênasya xwe, erf-edet, rê-rizm, eyd-erefat, meşandina jîyana êl-eşîrên xwe oleke pirr dewlemend e û ji tu olê danaxe, pêra jî bi ziman, ax û ruhê xwe kurdistanî ye. Welatê êzdîtîyê Kurdistan e. Xêncî Kurd û Kurdistanê, di nav tu gel û tu warî ev bawarî nîne. Ew hebûna gelê kurd e.

Zerdeştîyê girtî heta olên mezine deshiletdare niha, ku vê bawariyê tev olên kevnar e  din  ji ser rêya xwe kokbir bikin, rakin, ev bawarî wek oleke bê Xwedê,  kafir nav kirin e. Anegorî wan, giva êzdîyatî ne ku pey Xwedê, lê pey dêwa, melekê neqenc û nizanim çi tiştên xirab diçe, sîmvola vê olêye here pîroz Tawisî Melek ji xwera hedef girtine. Ne tenê bi zora şûr, qirkirnê, lê usan jî bi çîrok û  serphatiyên xweye çêkirîye derew xwestine vê olê pûçkin, li ber çavê bawarmenda reşkin.

 Ku ji ser rastya vê bawaryê perda derew û buxdanên bi dewrana bê hildan, xwendevana ra rastya êzdîtyê zelal be, ezê hinek fikiran bi kurtayî hema ji ulmê vê bawaryê (ji qewla) bînim.

Navê vê bawariyê ji peyvên ezda, ezdahî, êzî, êzdî tê. Ezda yanê Xwedê. Êzdayî - xwedênasî. Di nav bawarya êzdîtiyê da êzî navek ji navê Xwedê ye:

Sultan êzî bi xwe padşah ye,

Hezar û yek nav xwe da ye,

Navê mezin her Xweda ye.

Yan:

Padşahê min hezar û yek nav e,

Ev diniya ji bo wî sehet û gav e,

Dizane behra da çend keşkûl av e,

Li deşta çend kevir di nav e,

Ewî Hewa kir bûk, Adem kir zave.

Yan :

Padşê min hosta ye

Dinya her pê ava ye,

Ciyê wî li hemû erda ye.

Padşê min î nûr e,

Ewî ji me ne î dûr e

Li erd û ezman û behrên kûr e.   

Xwedênasya  xezaîye heq sitûna ayîna êzdîtiyê ye.  Xwedê beramberî xezayê (tebiyetê) tê kirin: Xwedê xuliqdarê her kesî û her tiştî ye: „ Padşê min dinya çê kir,  hed û sed lê kir, benî adem têda xenî kir “.  Padşê min Rebê alem e, Rebê jorîn e, Rebê heqiyê ye, rêber e, xudanê miraz e, rehim e, rêya Xwedayê min rast e, kîna kesî li ber tune…Hezarûyek navên Xwedê hene, bê hevel û bê şirîk e. Her kes  evdê Xwedê ye, hêviyên wî ji aliyê Xwede ve têne dîtin. Di cîhanê da evdê bê Xwedê tune. Erdek nîne, ku hukumê Xwedê lê nebe,  bêyî hukumê Xwedê pel jî li ser darê naheje. Xwede di her dila da ye, bêyî Xwedê her tişt betal e, ew dide û distîne, êw dişkîne û dicebirîne.

Êzdî du’a-dirozgên xwe, Qewlên xwe bi peyvên „ Ya Rebî, ya Xweda anjî ya Padşa “ dest pê dikin, bi carekê ve banga xwe dighînine Xwedê: Yekê Jorîn, Rebê A’lemê, Padşayê padşa, ji bo çawa Êzdî dibêjin: Her ew î heq e, her ew î rast e…

Êzdî navbera xwe û Xwedê da tu kesî qebûl nakin. Pêwîstyê nabînin. Êzdîtiyê da ew bawarî heye ku ew gihîştine xudênasya here heq. Xas, babçek û rêber rêya wan berbi Xwedê ronî dikin, ne wan digîhînin Xwede. Tê gotin: “Xwede bê heval û bê şirîke”. Êzdîtiyê da Xwedê ra heval û şirîk çêkirin gune ye. Heta Şîxadî jî, sîmvola xwe ya here bilind, wek pêxember nav nakin. Êzdî qedirê hemû Pêxembera zanîn û wan li wê çarçovê da dibînin.    

Xwedênasî di vê baweryê da xwezayî ye, suruştî ye, her tişt, fikir xwezayê ve tên girêdan, matêriyalî ne. Afrandar û xuliqdarê her tiştî Xwedê ye.

Padşê min kinyat (dinya) ava kir ji durr cewher e

Sipartibû her heft surrêd her û her e,

Tawisî Melek kire serwer e.

„Her heft surrêd her û here“ heft milyaketin. Xwedê ji nûra xwe heft milyaket xuliqandine: Îzraîl, Cibrayîl, Mikayîl, Dirdayîl, Simqayîl, Ezazîl,, Ezrafîl. Êzdî Ezazîl rêberê xwe hesab dikin, nav dikin Tawisî Melek.   Di bawarya Êzdiyan da Tawisî Melek melekê Xwedê ye, ji alyê wî da hatye afrandin, li pey gotin û bawarya Xwedê diçe. Xêncî yekîtya Xwede, û ebûbeta Xwedê ew tu kesî, tu tiştî ra ebûbetê nake. Loma jî Xwede wî dike serwêrê her heft melekan. Qewla Çarşema Sor da wa tê gotin: „Carşema serê nîsanê, gul û çîçek hatine meydanê, Tawisî Melek reyîsê îmanê.“

Tawisî Melek di nav bawarya Êzdiyan da pîrozaya here bilind e, sond e, nûr e, due’a , îman û axret e, hinek têkstada wî digihînin asta Xwedê.

Fikira Xwedê wek sîmvola xezayê, suruştê, tevê (royê) tê naskirin. Têkstên vê bawariyê da be’sa durrê û teqîna wê tê kirin. Ku her tişt ji dûrrê çê bûye. Niha ulmê cihanê yê pêşdaçûyî jî dibêje cihan û jîyana li ser ji teqîneke er’s pêşda hatine. Qewla Efrandina Kinyatê (dinê) da wa tê gotin: ku erd û ezman tunebûn, dinya fire bê bîn bu, însan û heywan jî tubebûn, di berê (deryayê) da tenê durr hebû.

Padişay min yî cebare,

Ji durrê efrandin çare,

Ax e, av e, baye û ager e.

Usane anegorî mêtolojya dînê Êzdîyan Xwedê ji nûra xwe heft Milyaketa dixuliqine, ji pey ra jî ax û, av û, ba û, agir laşê Adem diefrîne, bi destûra Xwedê Milyaket jî ruh ber laşda berdidin… Fikira yekîtya matêryayî ya e’rş û dinyayê jî u’lmê êzdîtyê da heye. Qewlê Erd û Ezman da ew fikir zelal tê gotin: Erd dibêje:

Ezmano, eslê min û te ji derekî,

Em nijarkirin ji cewaherekî,

Şefeqê li me dikete derekî…

Erd, ezman, roj, ax, agir, steyrk, hîv, av, ba, nan li cem Êzdiyan pîrozin. Hela xweykirina pêz, dêwêr, xetkirina axê, barîna baranê, helalkirna mast hêz û qewatên xezayîye pîroz va tên girêdan. Pîrozya van sûbyêktên suruştê, ku heta niha jî di êzdîtyê da mane pir kevnin.
Ev fikirana carke din jî didin îzbatkirin ku êzdîtî dînekî suruştî ye kevnare, bingeha wê da ne hêz û sirrên nee’yan e, nedîhar e fantastîk in, lê qewat û bûyarên suruştî ne.

Di nav ulmê êzdîtîyê da xêncî qencîyê, remê û başyê tu fikir nerind derheqa Tawişî Melek nîne.

Pirînsîpeke êzdîtiyê ya here bingehîn, ku stûneke vê olê tê hesibandin ewe, ku dibê Xwedê yeke, bê heval û bê şirik e, him xêr û him jî şer ji derê Xwedê ne.  Bingeha xêr û şerra yeke. Di gor êzdîtîyê laşê her evdekî da du qewat hene: aqil hêza xêrê ye, nevis ya şêrr, xapandin û xirabiyê. Ji vir jî tê xanê bingeha ronayê û taryê, jîyanê û mirinê, germê û sermê, şîrnayê û telayê, remê û xezebê gor êzdîtiyê yeke.

Rastiya xezayê jî ewe. Zanyarya îro jî, felsefa îro jî vê yekê îzbat dike.

Xwedê xêrê yan Xwedê şerr, melek û milyaketên qenc yan neqenc êzdîtyê da nînin, usan e nikare şîmvola vê olêye sereke tenê sîmvola şêrr, xirabyê û neheqiyê be. Eva yeka jî dibêje ku  gotin oldarên bawaryên din derheqa êzdîtiyê da  buxdan û şerrin.  

Lê gelo çima Êzdî bi dewrane derneketine dijî vê neheqiyê? Çima ber derewên di heqê bawarî û pîroziyên wan da tên gotin, xwe kerr kirine, rastya xwe negotine? xwe neparastine?

Bersîv kurt e. Kesî guh nedane Êzdiyan. Bi zora şûr Êzdîyan ra xeber dane. Bi zorê dengê rastiyê kerr kirin e. Gelek hindik pêşîkêş, oldar û alimên êzdiyan bi mirina normal mirine. Dîroka êzdîtiyê nava xûna evdên êzdî da hatiye sitiran. Kalên êzdîya  gilî dikin, dibêjin: “ Me newêribû civakên musulmana da heta kilama “Dewrêşê Evdî” jî bistira...

Seyîdxan Kurij: Hûn dikarin sîstêma ola êzdîtiyê û êzdîtîyê de tekîliyên pîr, şêx û mirîdan ji bo xwendevanê me xuya bikin? Cejin, rojî û qedexeyên êzdiyan çi ne?

Eskerê Boyîk:  Civaka Êzdîyan belayî ser du para dibe: yeknav û dunav. Yeknav mirîdxane ye. Dunav şêxanî û pîranî ye. Şêx û pîr him mirid in, him dîndarin. Ew rêya dîn nîşanî mirîdxanê dikin, eyd-erefat, rê û rizm, rabûn-rûniştandinê civakê bi pêşîkêşya wan tên derbaskirin. Zewac di nav hersê beşa da nabe, guneye. Şêxanî û pîranî jî di nav xwe da belayî ser para dibin.

Her evdê Êzdî, nenhêrî ew ji kîjan beşê be gerekê ferzên heqîqeta bawariya xwe biparêze. Ferzê heqîqetê pêncin. Di nav ulm da wa tê gotin:

Çê bûn her pênc ferzê heqîqetê,

Şêx û pîr, hosta û merebî,

Yar û birayê axretê...

Yan

Şêx fer e, Pîr nîşane,

Hosta û merebî sohbeta wan e,

Ferza Birayê axretê ferzeke giran e.

Bi van ferzan hevgirtinek di nav civakê da çê dibe. Her Êzdî, ew çi beşî be jî mirîd e û pêwîst e şêx, pîr, hosta, merebî û birayê wîyî axretê hebe. Bi texmîna min di nav civakê da wezîfa hosta û merebîya êdî nayê xanê. Wezîfa birê axretê, çawa qewlê da tê gotin ya here giran e. Anegorî êzdîtiyê birayê axretê ji pey mirinê ra ruhê mirî ji pira Seelehtê derbaz dike, dibe rêberê wî.

Êzdî xweyê eyd-erefat, erf-edet, rê-rizmên xwexatyê ye dewlemendin. Cejinê usan di nav Êzdîyan da hene ku ji dema Somerya û berî wan jî tên. Eydê sereke evin: Eyda rojiyên Êzî, Çilê zivistanê, rojiyên Xidir Nebî-Xidir Îlyas, Çaeşema serê Nîsanê (Çarşema Sor), Çilyê havînê, Cimaya Şîxadî û hivd. Cejinê usa jî hene ku Êzdîyê deverekê dikin. Êzdîyên Çêlkî eyda Batizmiyê, yên Sovyêta berê Çarşemê hesava (Kiloçê serê salê), yên Şengalê Tûafa, Xaltîya rojî û eyda Şêşims û Xudana dikin…

E’ydên Êzdîyan jî xezayê, zayînê, ronayê, jîyanê, şayê va girêdayîne. Di rojên e’ydan, bi rastî e’vdê Êzdî xêr û xweşyên suruştê ra şa dibin, xêra dikin, xwe ji gunehan paqij dikin, pesnê e’dlayê, tifaqê, xêrxwezyê, pismamtyê, hevkaryê didin. Fikirên xirav ji dilê xwe derdixin, dilsyrye nav xwe didin hildan.

altSê qedexe di nav êzdîtiyê da hene, ku tucar nayên qebûlkirin:

1  Hidûdên zewac ê, ku di nav beşên êzdîyan da hatine danîn nabe bên teribandin, ew zinê ye.

2. Dînê din qebûl kirin.

3. Destê xwe li ser şêx-pîra û evdên bi xerqe bilind kirin.

Seyîdxan Kurij: Şêx Hadî kî ye? Ji ku hatîye Laliş? Ew Kurd e? Şêx Hadî „Mishefê Reş“ bi kurdî nivîsîye. Ew nivîsandina bawariya êzdîtiyê ra çi feyde anîye?

Eskerê Boyîk:  Şîxadî navbera sedsalên 11-12 da jîyaye, devedevî 90 salî emir kirye.  

Ew li gundê Beyt-Farê, nêzîkî bajarê Baalbekê, li herêma Lubnana îro, hatîye dunyayê. Sala jidayîkbûna wî dikeve di navbera salên 1073-1078an, kirasguherîn jî nêzîkî sala 1162 an.
Gor dîrokzanan navê wîyî esil Şerefeddîn Ebû l-Fezayîl Adî bin Musafir bin Îsmayîl Mûsa bin Merwan bin el-Huseyîn bin Merwan e.

Şîxadî 15-20 saliya xwe da diçe bajarê Bexdayê. Li cem zaniyar, fîlîsof û xwedênasê wî bajarî yî here zane xwendina xwe hildide. Gor dîroknasan wur li ser dînê îslamê çend pirtûka dinivîse. Nav û dengê wî wek zanyarekî wê demê yî mezin, xweyî kiryamet û xwdênas bela dibe. Ji pey sala ra tê Şamê û derbazî Hekarîyê nav Êzdiyan dibe.

Dor kesayetiya Şîxadî gelek hatiye nivîsar û îro jî tê nivîsar. Gerekê bê gotin ku di alyê zanyari, xwedênasî û kiryameta wî da teva jî pesinê şexsyeta Şîxadî dan e.

Ez difikirim gelo çima derheqa tu xasê Êzdiyan da nehatiye nivîsar, lê drheqa Şîxadî da wa gelek nivîsîne. Cîyê fikirandinê ye, gelo çima?

Wan nivîsara meriv kare belayî ser du beşa bike. Nivîskarên beşe ewlin tê bêjî bi sipartin yan merem nivîsine, ku îzbatkin Şîxadî nizanim ji kîjan binemalê ye, ereb e, musulman e, navê wî wek yê ereba ne, ewî bingeha ola êzdîtiye danye. Eger evdekî ereb û musulman bingeha êzdîtyê danye usane êzdîtî şaxekî îslamê ye û ji pey Sîxadî Êzdî hevkî ji îslamê dûr ketye, lê êzdî wê yekê nizanin, pêwîste bên li ser rêya „rastîyê“. Heta hinek nivîskarên Kurd îro jî wê defê dixin. Yên beşa duda ewin, ku derheqa Şîxadî da agahdarî ji nivîskar û dîrokzanên berî xwe hildane û bi fikira wan jî kesayetya Şîxadî nirxandine.  

Bi texmîna min ne bi cîyê ji dayîk bûyînê, ne bi nav û paşnav, ne jî bi xwendina wî ya Bexdayê nayê îzbatkirin ku Şîxadî ereb û musulman bûye. Evdê Êzdî heta niha jî, ji ber zulm û zorê li her cîya bela bûne û nav-paşnavê wan wek yên wan gelan e, li nav kîjanada dijîn, bi zimanê wan dixûnin, dinivîsin.

Wan çevkaniya da gelek îzbatî û fikirên dijî hev yan bi texmîn hene.

Temamya ulmê bawariya êzdîtiyê (qewl, beyt, duea, pirtûkên pîroz ew bi navê Şîxadî va girê didin. Rastî usa nîne. Ji wan her yek xudanê wan heye. Ez usa jî ne wê bawariyê dame, ku MESHEF REŞ jî ji alyê Şîxadî da hatiye nivîsar. Berî Şîxadî jî bingeha vê bawariyê hebûye.

Çi jî hebe Şîxadî hatîye nava Êzdiyan û eger bawarya wî tiştekî din jî bûye, ne ku tenê hatiye ser bawarîya êzdayê lê ew nûjen kirye, bûye pêşîkêşekî wêyî nemir. Eger ji bo lêkolînvan û dîroknasên biyanî yên bi bawaryên din Şîxadî tek wek şexsyetekî dîrokî ye, lê ji bo bawarmendên Ezdî ew sîmvol e, bawarî, sond û due’a ye.

Bi fikira min, ya ewlin, gerekê kesayetiya Şîxadî ye rastî gor bawarya Ezdiyan bê nirxandin (kîjan heta roja îro jî  pirr kêm hatiye guhdarîkirin).

Ya duda, eger Şîxadî ji malbeteke Kurden êzdî nîbûya nedihat nava Êzdiyan.

Ya sisiya, eger Şîxadî evdekî Kurd nîbûya, kurmancî, yanê zimanê Ezdiyan nizanbûya ne dihat nav civakeke usa ku zimanê wê nizanibûya, ew û civak li hev serwext nebûna.

Ya çara, eger wî kurmancî nizanbûya, bingeha bawariya ezdayêye kevnar nizanbûya, zimanê bawarya Êzdiyan jî wê biguhesta. Wê demê zimanê erebî di modê da bû û li ser „laşên“ zimanên kevnar ra bi xurtî dimeşiya , wê kurmancî jî bin xwe da tunekira.…

Hatina Şîxadî li LALIŞA NÛRANÎ di dîroka Kurdên Êzdî da rûpelekî nû vekir, vejîn, ruh û ronayîke geş da wê ola kurdaye kevnar.

Bi texmîna min di nûjenkirina êzdîtyê da emekê Şîxadî yê herî mezin ewe, ku êzdîyan ra hîme rêvabiryên civakî û olîye merkezîye xurt danî û tamamya mîrtîyên êzdîyan dora wê rêvabiryê da civandin. Gerekê bê gotin, ku ew hîm ewqas qewî, saxlem hat danîn, ku ji pey qir-bir komkujyên 8-9 sedsalan, yên zulm ra ew rêvabirî heta îro jî didomîne.

-Ulmê wê bawarya kevnar bi ziman, ruh û rengê kurdî hate xurtkirin. Zimanê Kurdî bû ruhê bawarya civaka êzdîyan. Têkistên bawarya êzdîtyê, ku zimanê gel bûn tev bi kurdîke paqij hatin nûjenkirin, efrandin. Mêrasîmên olî, civakî, erf- edet, eyd-erefat gişk bi kurdî hatin ferzkirin. Hîmekî usa hate danîn, ku heta êzdîtî hebe kurdîtî jî wê hebe.

Seyîdxan Kurij: Tesîra bisulmanîyê li ser êzdîtiyê heye?

Eskerê Boyîk:  Bingeha hemû bawaryan kêm-zêde mîna heve. Di qewlên  nav hev jîyanê da, tesîra wan jî li ser hev hebûye û wê hebe. Ew tesîr jî yekalî nîne.

Seyîdxan Kurij: Ji ber jenosîd û qetlîman Êzidîyê xwe girt, bi dinyaya din va têkilîyên xwe birîn, tenê xwe parast. Li hember hemû erişan Kurdîtya xwe, çanda xwe, kevneşopîya xwe, bawerîya xwe parastin. Ji ber çi Êzidî berê xwe wek Êzidî, piştra wek Kurd nav dikin. Civatên Êzidî kû ne kurdin hene? Rewşenbirên Kurd yên bisilman xwe tenê wek Kurd îfade dikin, lê yên Alewî û Êzidî heman demê de xwe wek Alewî an ji Êzidî ji didin nasandin, çûma?

Eskerê Boyîk:  Min bere jî got êzdiyatî bi her alyê xwe va kurdîtîye, tu tiştê wê ji kurdîtîyê der û cuda nîne, usane dema dibên êzdîtî, kurdîtî tê femkirin. Lê mixabin li cem ne hemû beşên kurdan ev hevgirtin heye.  

Di dîroka pirr dijwer da ji alyê dîndijminên der û hundur va civaka Êzdiyan tim hatine qetilkirin: ferman, qir û bir lê kêm nebûne. Xwe parastina Êzdiyan parastina kurdîtîyê, ziman, çand û kevneşopîyê

kurdewariyê bûye.

  Eger nivîskarek bi zimanê kurdî (kurmancî, zazakî, soranî) binivîse, ferq nîne, ew nivîskarê kurde. Ez li Ermenistanê nivîskarekî Kurd bûm, vira rewşenbîrya Kurd min wek nivîskarekî êzdî dibînin. Eva ne ku ji min lê rewşenbîrya Kurd tê, ku ji tesîra olê xilaz nebûne.  

Seyîdxan Kurij: Êzidîyê li Kurdîstanê, Mezopotamya – Îranê derket. Piştra berê dewletên bisilman yên Ereb, fars û Osmanîyan piştra  Tirkîye, Îran, Surîye û İraq Êzidî ji welatên wan, ji Kurdîstanê avêtin. Berê Êzidî kû ji Kurdîstanê derketin çûn Ermenîstan, Gurcîstan û Rusya. Di wan salên dawîyê de Êzidîyên Tirkîyê koçkirin hatin Ewropa. Hûn dikarin li ser ew trajedîya Êzidîyan xwendewanên me agahdar bikin?  Li Tirkîyê rêvekirina Alewîyê û bawerîyan tê gengeşî kirin. Êzidîyê di dema Osmanîyan û T.C de hat bin pê kirin. Îro gava behsa rêvekirinan dibe, behsa Êzidîyê nayê kirin, çima?

Eskerê Boyîk:  Dibêjin 72 lê 1072 ferman Êzdiyn rakirine, yanê ewqas car civaka Êzdiyan di welatê wan da kokbir kirine, mal-milkê wan jê stendine, talan kirine, ji cî û warên wan derxistine. Gerekê bê gotin ku Kurden musulman jî di wê dijîtiyê da rola mezin lîstine.

Dîroknivîsê  Kurdî sedala 19 –an  Mele Mehmûdê Beyazîdî  destpêka wê sedsalê  dinivîse ”Kuştina mirovên Êzdî  cem Kurdan (musulman. E.B.) ne gune ye û her cara, gava rê dikeve Kurdên musulman Êzdîyan dikujin û jinên wan ji xwe ra dikin  carî. Ew ji dukanên qesab, yên Êzdîyan goşt nakirin, çimkî Êzdîya  mûrted* dihesibînin”.

 “Di nav Êzdîyan û melayên Musulmana da  şerekî  oldarî  digere û her yek  ji wan li firsendekê digere yê din bikuje”.

Kuştina Êzdîyan evdê musulman hatibû helalkirin.

 Gelîkî  kûrî bêtifaqîyê û ne ku tenê bêtifaqyê, yê dîndijminatîyê û neyartîyê, yê bi  înk û rik berê berê da bawariyên dagerkir kirine navbera Kurdan. Heta rewşembir, rêvabir û pêşîkêşên Kurdan, yê here mezin û here navdar jî ji wê  “haşîşê” qirêj  paqij neman e.Wan derheqa Êzdîyan da çawa gelekî (miletekî) “biyanî”,  ”kafir” yan jî  bi  navên nerind nivîsîn e. 

Bi wî sebebî êzdiyatî Kurdistanê da bere-bere sêrek bûye. Êzdî bi xwe jî ku ji neheqiyê xwe biparêzin, heyîtiya xwe xweyîkîn cî û warê xwe hîştine, revyane. Dîroka wê kokbirîyê sed yan dusud sal nîne, ji hezar sala tê.  Em ji hezara fermana çend bûyaran bînin: di  zemanê Mîr Ceferê Desinî da (salê 225-226- ên hicrî) ferman li Kurdên Êzdî rakirin.  (Wê dewrê navê êzdîtyê hindava  musulmanyê da usa hatibû  heramkirin, ku  Êzdîyan ra digotin DESINÎ ). Xelîfê Abasîyan Muhtesîm, lawê Harûn Reşîdê ereb, du cara, bi leşkerê giran, avîte li  ser êzdîyan, lê ji alyê êzdiyan va hate şkênandin û paşda avîtin. Cara sisyan, bi serokatîya Eytaxê Tûrkmên  ordîke Tirka ya mezin dişîne. Leşkerên wî êzdîyan dişkênin, gund-warên wan talan dikin, dişewitînin, xelqê qir dikin. Mîr Cefer, ku nekeve destê wan, jerê duxwe û xwe dukuje. Eyntaxê Tûrkmên 10 hezar malê êzdîyan sirgûnî Tîkrît, li rex bajarê Bexdayê dike. Eger serê malê bi 10 nefera  bê hesavkirin, usane tek fermanekê da xêncî bi deha hezara kuştîya, 100 hezar Kurd jî koçber kirine, ji welatê wan derxistine, li nav Ereba da helandine. Ev şera ewqas dijwar û xûnrêj bûye, ku dîroknivîsê ereb wê hesav dikin yek ji şeş destanînên hukumdarîya Al-Muhtesîm.

Fermaneke pir xûnrêj û jan fermana Mîrê Kora bûye. Di destpêka sedsala 19-an Mîrê Soran: Mîr Mehmed (Mîrê Kor ) bi FITWA Mele Xatî  ferman li êzdiyên Welatşêx û Şengalê rakir. Ewî Mîrê Êzdîyan:  Elî beg hêsîr girt, paşê darda kir. jî 10 000-î  zêdetir keç-bûkên  cîwan bi destê zorê bir û da  beg-axayên Mûsil û Erbîlê yên ereb û  musulman. Gilî dikin, ku tenê li gundê Xetarê 500 evdê Êzdî kuştin û kirin gorekê.    

Dîplomatê Înglîs: A.H.Layard dnivîse, ku wî şerî da ji çar êzdiyan sisê hatine kuştin.

Wê demê usa hatibû sitendin, ku gelek paşa û hukumdaran ji bo talên û zengînbûnê, bi serê xwe karibûn fermanên qirkirinê li Êzdîya radikin. Layard bi xwe beşdarî êrîşa Teyar paşayê Mûsilê li ser Êzdîyên çîyayê Şengalê dibe.  Dinivîse: “Deng dihatine min, ku bi zêr û hebûna Êzdîyan Teyar paşa  pirr  zengîn bûbû, ji bo dema qirkirina Êzdîyan hebûna wan payê pirê digîhîşte paşê, hindik jî leşkeran.”

 Dîpomatê Înglîs, nivîsara xwe da, derheqa bûyarekê da dinivîse,   çawa

gundekî Êzdîya yê vala dikeve destê wan. Kal-pîr, zarokên ku mecala wan tunebûye birevin, xwe mala da veşartibûn, giska derdixin, tînine nava gund, dikujin, pasê serê wan jê dikin, singoyê tivinga va dikin, agir berî gund didin û temamya şevê bi wan seryê jêkirî, di nava wê qetliyamê da  kêf dikin, şa  dibin, direqisin. Nivîskar dinivîse, min fem nedikir, gişk kuştin, kuştin, lê çima serê wan jê kirin, ew çi şabûn bû?  Dibê, ez jî  ji wan ditirsyam û min saw dikşand, ku dikarin wê yekê bînin serê min jî… 

Sala 1891- ê Firîq paşa  ( Navê wîyî  esil  Emer Wehbî paşa bûye, bi eslê xwe va kurd e, ji bajarê  Silêmanyê)  erîşeke pir dijwar dibe li ser ÊzdÎyên Şengal û Şêxanê. Tawis û nîşanên êzdîtîyê, yên pîroz  bi  zorê  ji wan distîne, talan dike, Lalişê Nûranî dike medresa Islamî. Bi şûr dixweze Êzdîyan biqulibîne. Xelqê deştê teslîm dibin, lê yê çîya şer dikin.

Gilî digîhîje konsûlên Firans, Înglîz, Rûsa. Di bin hukumê dîplomasiyê  dewleta Osmanîyê ji xwestina xwe paşda vedikşe û dîsa Lalişê didine Êzdîyan.

Evan çend nimûne ne, çend demên dîrokî, çend deqên reş li ser dîroka gelê kurd. Demên we yê xûnrêj li nava dîroka kurda da pirin. Bawarkî sal tune bûye ku Kurdên êzdî ji aliyê neyarên der û hundur va neketine devê komkujîyan.   

Niha Kurdistana Bakûr da Êzdî bawarkî nemane, Rojava (Kurdistana Sûriyayê) gundên êzdiyan sêrek bûne. Eger mecal hebûna ew jî niha vala bûbûn. Ji Başûr jî heja berbi êwropayê xurdtir dibe…Halê Êzdiyên Rûsiyayê xirabtir e.

Kes ji cîyê xweş nareve. Kes mala xwe, gund û warê xwe, goristana kal-bavê xwe bi hewasa xwe nahêle, nareve.

Îro bi rastî jî civaka bêwelet, bêcî û sitar, bê pişt û bê xweyî ku cihanê da nikare gave erd destxe li ser sitar be Êzdî ne.

Seyîdxan Kurij: Li Tirkîyê rêvekirina Alewîyê û bawarîyan tê gengeşî kirin. Êzdîtî di dema Osmanîyan û T.C de hat bin pê kirin. Îro, gava behsa rzdîya nayê kirin, çima?

Eskerê Boyîk:  Bersîv zelale, li Kurdistana Bakûr Kurden êzdî nemane, bi rastî tek-tûka mane. Vegera Êzdiyan şûnda ez bawar nakim. Dewa êzdiyan tek ya bawariyê nîne, ya kurdîtêye ye (ziman, perwerde, pêkanîna eyd, erf-edeta). Ya birayên meye Alawî cuda ye.

Kurdistana Bakûr da ola deshilatdar xurte. Bêtemûlî hindava bawaryên din da hukumdar e.

Seyîdxan Kurij: Piştî hilweşandina Sovyeta berê piranîya Êzidîyên welatên Sovyet û bi taybetî ji rewşenbirên Êzidî koçber bûn, hatin Ewropa û welatên din, çima? Di sala 2009 an de li ser serîlêdana Êzidîyan, Êzidîyê li Rusya wek ol hat nasandin. Di dewletên din de Êzidîyê hin wek ol nehatîyê nasandin, di wî warî çi pirsgirêk hene?

Eskerê Boyîk:  Hilweşîna welatê sovêtê ra miletçîtî, olperestî, anarxîya, mafîya wî welatî da xurt bûn. Garantîya ewlekariya evdan di hemû alyan va hate hildan. Halê herî xirab civak û miletên kêmjimar yên wek êzdiyan bû. Her civakên ji welatên xwe der berbi welat, milet û miletin bi bawariya xwe revîn. Êzdî, ku komarên Ermenistan û Gurcistanê dijîtin wê navê man. Çi mafên welatê sovêtê da dest xistibûn, gişt betal bûn. Nizanbûn çi bikin. Ji bo wê jî kê ça karibû usa çara serê xwe dît. Partîyayên nijarperest ên ermenî têza êzdîîzma sexte derxistin meydanê, girûpek Êzdî dijî kurdîtiyê, hîmlî dijî rewşenbîran dane kêranîn.

Rewşenbîra nikaribûn dijî netewa xwe bikevin nav wê qilêrê, bêjin: “Em Kurd nInin”.  ne jî hêza wan têrê dikir derkevin dijî partîya deshilatdare nijarperest. Ji wan ra rêke din nema.

Rûsiyayê da Kurdên êzdî zane ne. Devedevî 150 sale wê dewletê da dijîn. Ziman, qewl-qanûna, derge-dîwana zanin. Kurdzaniya Rûsiyayê berê-berêda ser asta bilind e. Gihîştina wî mafî tiştekî ecêvmayînê nînine.

Seyîdxan Kurij: Wekû tê zanin niha parçeyekê Kurdîstan azad e û li vir ji Êzidî hene. Azdabûna Kurdîstan di rewşa Êzidîyan de çi guherandin pê anî? Daxwazên Êzidîyên Kurdîstana Başûr ji Hikumeta Kurdîstan çi ne? Divê Hikumeta Kurdîstan çi bike kû Êzidî erdên bav û kalên xwe terk nekin, koçber nebin?

Eskerê Boyîk:  Li Başûr Kurdên êzdî timê jî şerkariya gelê xwe ra bûn e. Wana jî ji bo vê azayê bedelê mezin dan. Lê bextê Êzdiyayan ne anî. Heremên, ku êzdî lê dijîn, payê pirê ji Herema Kurdistanê der man.

Cihanê da dema bûyarên mezin çê dibin, ji xwera pirsgirêkên mezin jî tînin. Pirsgirêk jî li ser serê civakên zeyîf da dişkên. Herema Kurdistana Başûr jî ji xwe ra gelek pirsgirêk anîn. Neyarên kurdaye der û navxweyî carekê ra serî hildan. Xêncî astengiyên dîplomasyê yê dewletan û gelên cînar, olperestî, eşîretî, dijîtiya ji bo hukumdariyê li nav kurda da jî xurt bûn. Êzdiyatî destê xêrnexwezên kurdan da bû lîstok. Hêza hukumdaryê têrê nekir êzdiyan biparêze, heremên êzdiyan hemêzke. wê civakê ji olperestên der û hundur biparêze.  Qetlyemên pêk hatin, mafê wan rind nehate xweyîkirin. Axaftinên derheqa Êzdîyan da  rêklam ji rastîyê pirtir e.   

Seyîdxan Kurij: Êzidî li welatê xwe, ser erdê xwe pir kêm man, piranîya wan li derveyî welat dijin. Ji bo nasandina, parastina Êzidîyê, destxistina maf û azadîyan li welatê û li derveyî welatê divê çi were kirin? Pirsgirêk çawa dikarin werin çareser kirin? Kîjan dewletên Ewropa Êzidîyê wek ol dinasin û raste rast mafê penaberîyê didin Êzidîyan?

Eskerê Boyîk:  Rewşa Êzdiyan welêt da li ber çavane. Derva jî, ji bo berdewankirina heyîtiya wan cîk ji cîyê din çêtir nî ne. Çavê teva di nav xweda helandina wan e. Êzdiyatî bawarîke usaye ku bi ruh, ziman, erf, edet, derbaskirina eyd-erefatan va axa welêtê xwe û civaka xwe va girêda ye, ji wê axê hate birîn, civak bela bû heyîtya êzdîtiyê jî dikeve bin pirsê. Êzdiyatî hewcê rêvabirîke xurt û rêformên bingehîne.

Seyîdxan Kurij: Daxwezên Êzdiyan ji dezgeh, rêxistin û partîyayên Kurdan çi ne.

Eskerê Boyîk:  Nekevîn di nav karê Êzdiyan, wan ji bo berjewendiyên partiyên xwe nedine kêranîn, nakokiyên nava partiyan nevin nekine nava êzdiyan. Wê civaka bi êl û eşîra tîşbûyî bi partîya jî tîş nekin.

          

Yorum ekle


Güvenlik kodu
Yenile